Ciwanên Êlîhê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo 4’ê Nîsanê daketin qadan.
ÊLÎH – Li her hêlên Kurdistan û cihanê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê û çalakiyên li dijî tecrîdê didomin. Ciwanên Êlîhê ji bo rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û li dijî tecrîda girankirî li kolana Bağlar daketin qadan.
Li kolana Bağlar ciwan daketin qadan û bi teqandina fîşekên hewayî rojbûna Rêberê Gelan pîroz kir. Ciwanan sloganên “Bijî Serok Apo, Ey serok Rojbuna te piroz be” avêtin û di çalakiya xwe de fîşekên hewayî teqandin.