Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir di roja 150’yemîn de dewam dike.
AMED – Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîda li ser Ocalan dest pê kir, di roja 150’yemîn de dewam dike.
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir di roja 150’yemîn de dewam dike.
ÇALAKIYA DI GIRTÎGEHAN DE BERDEWAM DIKE
Li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê bi heman armancê destpê kir di roja 137’an de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 Çalakgeran û li Galler Îmam Şîş di roja 111’emîn de didome. Çalakiya koma yekem a girtiyên girtîgehên Tirkiye 112 roj in didome. Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 37’emîn de didome.
ÇALAKIYA LI AVAHIYA HDP’Ê BERDEWAM DIKE
Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan jî çalakiya xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 92 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 82, Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 90 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 39 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ LI QADA NAVNETEWÎ DIDOME
Çalakiya Yusuf Îba li Torontoyê 85 roj, Mustafa Tuzak li Duîsburgê jî 84 roj, Husên Yildiz 79 roj, Hasbî Çakici 78 roj in di greva birçîbûnê didomînin. Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya Fadîle Tok 77 roj, Şiyar Xelîl ê li Nurinbergê 73 roj, Cemal Kobanê û Omer Bagdur yên li Kasselê 68 roj, Şivan Agaogulu û Sultan Yigît ê li Paytexta Awusturya Viyana 63 roj, Mehmet Alî Koçar ê li ber Neteweyên Yekbuyî ya Cenevê 46 roj, Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingîlîstanê Londonê 21 roj di gireva birçîbûnê de ne. Herêm Mehmut 41 roj, Şeyma Ednan 33 roj û Gulebax Celal 18 roj in di greva birçîbûnê de ye.