Der Spîegel: “Tirkiye ji bo DAIŞ’ê welatekî transît ê bêhempa ye”

Der Spîegel dêhna xwe da ser pasaportên ku YPG’ê di operasyonên dijî DAÎŞ’ê de bi dest xistî û got, ”Xala hevpar a hemû pasaportan ew e ku li ser hemûyan mohra ketina nav Tirkiyê heye”.

NAVENDA NÛÇEYAN – Adara bihûrî QSD’ê bi bi çarçoweya ”operasyona tinekirina terorê” ya pêngava ”Bagera Cizîrê” Baxoz a ku ji hêla DAÎŞ’ê ve hatibû dagirkrin azad kir û dawî li serweriya DAÎŞ’ê ya li ser xaka Sûriyê anî.

Di serî de li Baxozê, di operasyonên YPG’ê de gelek pasaportên DAÎŞ’iyan hate bidestxistin. Yek ji kovara navdar a Elman Der Spîegel û Sîegel TV dêhna xwe da ser pasaportan û cih da nûçeyeke taybet.

Der Spîegel dêhna xwe da ser ji 100’î zêdetir pasaportî yên ji 21 welatan û bal kişande ser wê ku li ser hemû pasarportan mohra ketina nav Tirkiyê heye. Kovarê diyar kir Tirkiye ji bo DAÎŞ’iyan welatekî girîng ê jê derbasbbûnê bû û xwediyên pasaportan jî di serî Elmanya, Rûsya, Endonezya û Tûnisê, ji Trînîdad, Efrîkaya Başûr, Slovenya û Tabogo bûn.

BI KÊMANÎ CAREKÊ ÇÛNE TIRKIYÊ!

Xaala hevpar a hemû pasaportan ew e bû li ser hemû pasaportan mohra ku bi kêmanî carekê û li ser piraniya wan mohra ku ji carekê derbasî Tirkiyê bûne, heye. Balkêş e ku li ser pasaportan welatê ku herî dawî ketinê Tirkiye xuya dike. Ev jî nîşan dide, çeteyên DAÎŞ’ê piştî ku derbasî Tirkiy bûne pir bi rehetî derbasî Sûriyê bûn.

Li ser hin pasaportên DAÎŞ’ê xuya dike, piştî ku demekê li Sûriyê mane, dîsa di ser Tirkiyê re çûne hin welatên din. Der Spîgel ji bo DAÎŞ’iyên ji 2013’an û nexasim ji 2014’an û vir Tirkiye ”welatekî bêhempa ê transît bû”.

Nivîsa Pêş