NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya Werzîşê û Desteya Ciwan û Werzîşê bi beşdarbûna 95 lîstikvanên ji Jinên Ciwan ên Efrînê yên li Şehba û navçeya Şêrawayê turnuveya fotbulê bi navê “Şehîd Avesta Xabûr” dest pê kir.
Lîstikvan di nava 9 tîman de hatine bi rêxistinkirin, Tîma Avesta, Tîma Avrîn, Tîma Til Rifet, Tîma Agirî ya gundê Til Qerah, Tîma Dengê Efrînê û Armanc ji navçeya Ehdasê, Tîma Berxwedan a kampê, Tîma Aqîba û Tîma Şêrawa yên navçeya Şêrawayê.
Di çarçoveya turnuveyê de, du maç li Stada tund Babnis ê kantona Şehbayê hatin lîstin.
Beriya ku maç destpê bike, deqeyeke rêz hate girtin. Piştre hevseroka Yekîtîya Werzîşê Evîn Bîlan axivî, turunve li lîstikvana pîroz kir û rola jin di hemû qadnên jiyanê de destnîşan kir.
Rêvebera Kongreya Star Nazlê Mihemed jî axivî got, jinên ciwan rolek girîng di avakirina civakeke exlaqî de dilîzin.
Piştî axaftinan maçek di navbera Tîma Avesta û Tîma Berxwedan de hate lîstin û bi serkeftina Tîma Avesta bi dawî bû.
Maça din jî di navbera Tîma Avrîn û Tîma Şêrawayî hate lîstin, herdu tîman wek hev nuqte girtin.
Tê payîn ku turuve dê mehekê dewam bike.