“Hefta bihurî lehiya ku li Îranê destpê kir ziyanekî mezin da gelê herêmê. Lehî li Şîrazê destpêkir û ji ber barana zêde gelek herêmên din jî di bin avê de man. Ev lehiya ku ji bo gelê herêmê mexduriyek mezin ava kir bû sedem ku gelek avahî di bin avê de bimînin û gelek kes jiyana xwe ji dest bidin.
Her çiqas dewleta îslamî ya Îranê di vê mijarê de agahiyên zelal bi raya giştî re parvenekiribe jî, lê di vê mijarê de gelê xwecîhî agahiyên ku bi rêya tora civakî parve dikin êş û zirarên tên jiyîn bi awayekî aşkera radixin ber çavan.
Pêlên barana ku bi xwe re lehî anî piştî bajarê Şîrazê li eyaleta Gulistan jî bi bandor bû. Bajarê Qumîşan yê girêdayî eyaleta Gulistanê bi temamî di bin avê de ma û gelê herêmê ziyanek mezin jiya. Her wiha pêlên baranê ber bi eyaleta ku bi giranî kurdên lorî lê dijîn, Loristanê ve çû. Di van çend rojên barana zêde destpêkirî de bû sedem ku ava çeman rabe û bi xwe re lehî bîne. Di vê lehiyê de hemû pir, cade û rêyên gelek gundan xira bûn. Her wiha gel di nav van zehmetiyan de bê av, bê nan, bê derfet û bê alîkarî ma. Di vê eyaleta Loristanê de bi taybet bajarê Pûldoxter û Mamûlan bi temamî di bin avê de man. Avahiyên yek û dû qatî li ser rûyê erdê neman û avahiyên din jî gelek zirarên mezin dîtin. Di vê lehiya zêde de gelek mirov li ber pêlê avê şit ketin û jiyana xwe ji dest dan. Gelek mirov jî hîn aqûbeta wan ne diyar e. Ji ber ku dewlet jî di alîkariyê de kêm maye niha ji gelek gundan agahî nayên girtin.
Ev lehiya ku niha jî li başûrê Îranê bi taybet bajarê Bûşehir berdewam dike bi xwe re gelek nakokiyên cuda jî derxist holê. Ji ber ku li vê herêma Bûşehir cihê lehî bi ser ve diçe navenda şîrketên petrolê ye. Dewlet ji bo ew zirarek mezin nebîne berê lehiyê diguherîne û berê wê dide cihê gundî lê dijîn û debara xwe dikin. Ji ber vê yekê di van çend rojên derbasbûyî de di navbera gelê xwecîhî û hêzên dewletê de ji bo vê sedemê pevçûn derket û di encama van pevçûnan de gelek kuştî û birîndar çêbûn.
Bêguman mirov nikare bêje ji bo çi lehî çêbûye û evqas kes jiyana xwe ji dest dane û bêwar û cih mane. Lê mirov dikare sedemên bêtedbîrên dewletê binirxîne û rexne bike. Dewlet dikare çawa tedbîr bigire yan jî çi kir ku gel ziyanek ewqas mezin bijî?
Di van herêmên ku lehî hat ev demek dirêj e dewleta Îranê bê pîvan hejmarek mezin bend ava kirin. Ev bendên zêde bûn sedem ku li herêmê mîzîna xwezayê xira bibe. Her wiha ji ber zêdebûna bendan gelek çem miçiqîn. Dewlet li ber van çemên miçiqîne avahî çêkirin û gel di van avahiyan de bi cih kir. Ev bajarvaniya çewt ku tenê ji bo berjewendiyên xwe yê şexsî û demkî hişt ku ev gel vê êşî bijî.
Ev cihên ku lehî bi ser ve hatiye, cihên gelên cuda ye ku lê dijîn. Her wiha dewleta Îranê jî bi polîtîkayek taybet nêzî vê herêmê dibe. Ev herêma ku ji bo dewleta Îranê wek herêma sor tê bilêvkirin tu carî nexwestiye di vê herêmê de pêşketinên civakî û aborî çêbibe. Ji ber ku gelên di vê herêmê de dijîn bi piranî kurd, ereb û tirkmen in, dewlet li hemberî vê herêmê siyasetek cuda dide meşandin. Îro yek ji sedemên ku dewleta Îranê nahêle alîkarî ji gelê herêmê re biçe jî ev e.
Lewma li herêma ku divê dewlet erka xwe pêk bîne û alîkariyê bide gel, li pêşiya alîkariya ku ji gel re diçin dibe asteng. Li rexmî hemû zor û zehmetiyan gelên li herêmê dijîn bi taybet kurdên rojhilatê Kurdistanê ji bo alîkariyek hêja bide gelê herêmê bi îradeyek mezin têdikoşe. Ji ber ku sala borî dema navend Kirmanşah gelek herêmên kurd lê dijiyan erdhej çêbû, ji van herêmên îro lehî lê daye alîkarî ji gel re hatibû gel kurd jî ji bo lêqewimiyên lehiyê pêşengiya alîkariyê dike.
Ev yek ji me re dide nîşandan ku dewlet encax li gorî berjewendiyên xwe dikare xwedî li gelan derkevin. Alîkariya gelên herêmê didin hevdû li rexmî hemû astengî û zehmetiyan îradeya yekitiya gelan derdixe holê. Ji bo em hemû bi mexdûrên lehiyê re bibin alîkar werin destên xwe dirêjî destê wan bikin. Ji bo vê jî werin em bi hev re kampanyaya alîkariyê ya ku ji hêla Heyva Sor a Kurdistanê ve hatiye destpêkirin, xurt bikin û bibin alîkar.”
ÇAVKANÎ: e-rojname – Êrîş Qoser