Hat ragihandin ku li Şeladizê welatiyek din jî hatiye binçavkirin û ew birine Asayîşa Hewlêrê.
NAVENDA NÛÇEYAN – Hat destnîşankirin ku li Şeladizê çend roj beriya niha di pêla binçavkirinê ya Asayîşa PDK’ê de çend kesên din jî hatine binçavkirin.
Piştî zanyariyên têkildarî binçavkirina 5 kesan, hat ragihandin ku di heman rojan de welatiyek din jî hatiye binçavkirin.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, welatiyê bi navê Newzad Îbrahîm Rêkanî yê ji Şêladizê beriya 3 rojan (4 Nîsan) hat binçavkirin.
Çavkaniyan ragihandin ku Newzad Îbrahim ji aliyê hêzên Dezgeha Parastin (îstîxbarata PDK’ê) ve hatiye binçavkirin û piştre jî birine Asayîşa Giştî ya Hewlêrê.
Her wiha hate gotin ku xwaringeha Newzad Îbrahîm ya li Havîngeha Geliyê Rêkanê jî hatiye girtin.
Sedema binçavkirina Newzad Îbrahîm nehat zanîn.