Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir di roja 151’yemîn de didome.
AMED – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe 151 rojin li ber xwe dide.
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir di roja 151’yemîn de didome.
ÇALAKIYA DI GIRTÎGEHAN DE BERDEWAM DIKE
Li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê bi heman armancê destpê kir di roja 138’an de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 Çalakgeran û li Galler Îmam Şîş di roja 112’emîn de didome. Çalakiya koma yekem a girtiyên girtîgehên Tirkiye 113 roj in didome. Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 38’emîn de didome.
ÇALAKIYA LI AVAHIYA HDP’Ê BERDEWAM DIKE
Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan jî çalakiya xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 93 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 83, Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 91 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 40 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ LI QADA NAVNETEWÎ DIDOME
Çalakiya Yusuf Îba li Torontoyê 86 roj, Mustafa Tuzak li Duîsburgê jî 85 roj, Husên Yildiz 80 roj, Hasbî Çakici 79 roj in di greva birçîbûnê didomînin. Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya Fadîle Tok 78 roj, Şiyar Xelîl ê li Nurinbergê 74 roj, Cemal Kobanê û Omer Bagdur yên li Kasselê 69 roj, Şivan Agaogulu û Sultan Yigît ê li Paytexta Awusturya Viyana 64 roj, Mehmet Alî Koçar ê li ber Neteweyên Yekbuyî ya Cenevê 47 roj, Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingîlîstanê Londonê 22 roj di gireva birçîbûnê de ne. Herêm Mehmut 42 roj, Şeyma Ednan 34 roj û Gulebax Celal 19 roj in di greva birçîbûnê de ye.