Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku di çalakiyeke bi bandor a hêzên wan li Efrînê de 4 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn
NAVENDA NÛÇEYAN – Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê teqîna vê êvarê li Efrînê pêk hatibû girt ser xwe û ev agahî da:
“Şervanên me di çarçoveya tolhildana xwîna şehîdên Efrînê û sûcên ku çeteyên dagirkeriyê der heqê xelkê me û xaka me ya paqij pêk tînin de çalakiyên xwe yên bi bandor li dijî leşker û çeteyên dagirkeriya Tirkiyê li Efrîn û herêmên Bakurê Sûriyê didomînin.
Şervanên me dîroka 7‘ê Nîsana 2019‘an li kolana Marata ya navenda bajarê Efrînê mayînek bi kombûna çeteyên bi navê Ehrar El-Şerqiyê ve teqand, di encama çalakiyê de 4 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.
Em teqez dikin ku em hîna li ser soza xwe ne, çalakiyên me yên li dijî çeteyan berdewam e. tekane berbijêra mezinkirina çalakiyan û rizgarkirina Efrîn ji çeteyan e.”