AMED – Greva birçîbûnê ku di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven de hat destpêkiri roj bi roj belav dibe. Çalakiya greva birçîbûnê ya Rojnameger Kîbriye Evren, Hîlal Olmez û Evîn Kaya ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di 16’ê Kanûna 2018’an de dan destpêkirin di roja 114’an de berdewam dike û hat ragihandin ku rewşa tendirustiya wan ber bi xeterê ve diçe. Îro di hevdîtina girtî ku bi xizmên xwe re kirin de hat ragihandin ku rewşa ku rewşa tendirsutiya wan krîtîk e û êdî di meşê de zahmetiyan dikişînin.
Girtiyan derbarê rewşa xwe de wiha got:
*Kîbriye: Min di hefteya borî de dest bi kuxikê kir. Ez vereşiyam û bi vereşandina min re jî xwîn hat. Ez gelek diwestim, serê min û hestiyên min diêşin, bê xwiyê dikişînim û di warê meşê de jî zahmetiyan dikişînim.
*Evîn Kaya: Herdaîm ji roviyên min xwîn tê. Di rojên dawî de nikarin vexwarinê bi kar bînim, nikarim bimeşim û rewşa min krîtîk e.
*Derbarê rewşa Hîlal Olmez ku ku cezyê ragihandinê lê hatiye birîn de jî hevalên wê ev tişt ragihandin: Pirsgirêkên roviyan dijî, roviyên wê naxebitin û ji ber vê jî pirsgirêka qevzbûnê dijî.
Xizmên gitiyan ku bal kişandin ser rewşa Kîbriye, Evîn û Hîlalê gotin ku her sê girtiyan jî gotine em mudaxeleya bijîşkan red dikin.
Her wiha ji jinên gitî Mehtap a ku paşnavê wê nehat zanîn û Zulfuye Kîşmîr ku 39 roj in di grevê de ne jî rewşa tendirustya wan ber bi xirabûnê ve diçe û hat ragihandin ku pirsgirêka bêhaliyê dijîn. Herwiha hat ragihandin ku Zulfiye û Mehtap ji ber 40 rojên çalakiya xwe danegirtine ji laiyê rêveberiya girtîgehê ve ji wan re vîtamîna B12 jî nayê dayîn