Civîn li avahiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûd hat lidarxistin. Bi dehan ciwanên taxê û endamên saziyên sivîl di civînê de amade bûn.
Di civînê de endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Berfîn Elîko tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku pêngava wan a “Serî Hilde” ber dewam e heta Ocalan azad bibe û planên li dijî gelê Kurd têk biçin.
Piştre senevîzyonek li ser têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pêşandan.
Civîn bi dirûşmeyên banga azadiya Ocalan bi dawî bû.