NAVENDA NÛÇEYAN – Yek ji lingê girîng ê berxwedana greva birçîbûnê ya li dijî tecrîa li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ya Strasboûrgê di roja 114’an didome.
Di nav de nûnerên saziyan û siyasetmedar jî, 14 endamên Insîyatîva Ji Ocalan re Azadî, greva birçîbûnê ya ku 17’ê Kanûna 2018’an dane destpêkirin, bi dirûşma ”Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin” didomînin.
Di çalakiyê de ya li Strasobûrgê, ku tekane saziya rayedar a ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkeve, CPT jî li wir e, bi giştî li dijî helwesta welatên Ewropayê helwest tê nîşandan.
Rewşa tendiristiyê ya çalakgerên greva birçîbûnê her çendî ber bi nebaşiyê ve biçe jî berxwedêr diyar dikin heta ku tecrîd were şikandin ew ê berxwedanê bidomînin.
SERDAN DIDOMIN
Ji roja ku greva birçîbûnê dest pê kirî ji çar hêlên Ewropayê ve Kurdistanî û dostên wan serdana çalakgeran dikin. Îro jî ji Osnabrûck, Koln, Dusseldorf, Freîbûrg û Belçîkayê Kurdistaniyan û xebatkarên rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê serdana çalakgeran kirin.
Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca jî serdana çalakgeran kir û têkilî rewşa tendiristiyê ya çalakgeran agahî stand.