AMED – Li taxa Kaynartepe ya navçeya Rezanê a Amedê, komek ji jin û dayikan li hev civiya û ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan meşiyan. Jinan bal kişandin ser berxwedana grevên birçîbûnê û banga xwedîderketina li grevên birçîbûnê kirin.
Jin li ber çepik û tilîliyan meşiyan û dirûşmên “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Amed ranezê, li zindanan xwedî derkeve” qîriyan.