NAVENDA NÛÇEYAN – Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyneyekê ku li ser malpera xwe ya fermî belav kir ku şervanên wan li Efrînê çalakiyek bi bandor li dar xistin.
Di çarçoveya çalakiyên tohildanê de ku şervanên me li dijî çeteyên dagirkeriya Tirk li herêma Efrînê û gelek herêmên Bakurê Sûriyê pêk tînin. Wek bersîva binpêkirin û sûcên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gelê me pêk tînin, yek ji komên me di 10’ê Nîsana 2019’an de bargehek çeteyan li bajarê Efrînê li nêzî çarxeriya Newroz kirine hedef. Di encamê de du çete hatin kuştin û yek din jî birîndar bû.