EFRÎN – Di van rojên ku QSD’ê serkeftina xwe li dijî Daiş’ê ragihand, tirsek mezin ket dilê ew çeteyên ku Efrînê dagirkirine. Û piştî ku teqîn li Efrînê zêde bûn guman di navbera wan de pêşketiye û jçete i hev ditîrsin. Ji ber wê gelek çete malbatên xwe direvînin tirkiye di riya navbera Raco û Cindirêsê ku bi sînorê Bakûrê kurdistanê ve girêdayiye. Gelek çeteyên din jî malbatên xwe ber bi Îdlîbê ve dişînin ji ber metirsiyên wan ê derketina şer.
Di dîroka 08.04.2019’an de civînek di navbera serokên eşîreyên nû ji emêrat, Buynî, eşîra Şerqiye û El Emşat ve hate li darxistin. Piştî ev civîn êdî çete rewşa awarte bi temamî ragihandin. Li ber her navendek wan, ên ku li her kolan heye grubek çete kom bûne. Li kolana nexweşxaneya Efrînê çeteyên şerqiye, kolana Ostrad çeteyên lîwa el muntesr, kolana çand û huner çeteyên şerqiye, li mehmûdiye çeteyên hemzat û ceyş el islam û kolana ajansa ANHA ya berê çeteyên sultan murad, navenda ciwanan ya berê lîwa el şîmal, riya ostrad-raco çeteyên sultan murad û el şerqiye, dibistana emîr xebarî çeteyên polîsên azad ên ramî itlas.
Her wiha piştî ku ew civîn di navbera çeteyan ve pêk hat û nobeta wan li kolanan ne sekinî û bê navber li hemû kolanên bajêr didome. Her wiha polîs û leşkerên dagirker jî ciwanan li kolanan disekînin û lêpirsîn bi wan re vedike. Di nav ew ciwanan de gelek hene nehatin berdan.
Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin jî sibê rewşa awarte heye.