WAN – Li Wanê 7 kesan bi armanca desteka çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdulah Ocalan hatin destpêkirin dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakî li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Rêya Armûşê pêk tê. Beriya çalakiyê xizmên windayan, rêveberên HDP’ê û DBP, nûnerên saziyan û gellek kes daxuyanî dan. Pankarta “Deng bide, tecrîde bişikîne bêdengî mirine” daliqandin. Wekîla HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan axivî û bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û girtiyan.
‘WERIN DENG BIDIN DENGÊ NAYÊ BIHÎSTIN’
Orhan da zanîn ku wan ji bo dengê nayê bihîstin deng bidinê dê 3 rojan greva birçîbûnê pêk bînin û got: “Em li vir bang li hemû rayedaran dikin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Tecrîd binpêkirina mafên mirovan e. Ji bo tecrîd rabe 7 însanan dawî li jiyana xwe anîn. Ancak hêj Wezîrê Dadê, rayedar û dewlet bêdeng e û ji bo gavên qanûnî biavêje guh nade daxwazê. Em bang li her kesî dikin ku werin vî dengî mezin bikin. Werin em dawî li vî sûcî mirovahiyê bînin.”
Piştî daxuyaniyê 7 kesan pêşmalkên wêneyên Guven û nivîsa “Bila tecrîd rabe û Leyla bijî” li xwe kirin û dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin.