NAVENDA NÛÇEYAN – Ev hefteyeke çeteyên dagirkeriya Tirkiyê sûcên dijî mirovahiyê ji revandin sivîlan ji gund û navçeyên kantona Efrînê zêde kiriye.
Li gorî çavganiyê ji Efrînê, di demên dawiyê de çeteyên dagirkeriya Tirkiyê revandina sivîlan zêde kiriye.
Li gorî agahiyan, 15 sivîl ji navenda navçeya Şêra ji wan”Mihemed, Miho, Zîn, Roşîn û kurê xwe, Riweyda, Zirîfe, Ednan Şêxo û kurê xwe, Murad, Yasir, Ebdu Ehmed Ebdu û Eye” hatin revandin. Lê navên kesên din jî nehat zanîn.
Di 7`ê Nîsana derbasbûyî de çeteyan gelek sivîlên ji gundê Kefir Cene, Meskereh a navçeya Şera û gundê Qurteqleq û Qeretebe ji navçeya Şiya, revandin.
Çavkaniyekî din diyar kir ku hin sivîlên ji gundên navborî, piştî lêdan û êşkence kirinê ji aliyê çeteyan ve, hatin berdan.
Li aliyekî din jî çeteyan li Meydan Ekbes a navçeya Reco 7 sivîl ji wan 3 jinên temen mezin revandin, navên wan ” Emîne Hisên (63), Emîne Dawûd Ekaş(50), Emîne Omer, Seîd Qenber(54), Şêxmûs Ekrem Henan û Selah Hec Mihemed(49)” her wiha sivîlekî din ji gundê Banîraka ku hate revandin û navê wî nehat zanîn.
Her wiha çeteyên li gundê Edama ya navçeya Reco 14 sivîl revandin, navên wan wiha ne”Ednan Elî Hecî, Elî Hecî, Xelîl Mehmûd Selîm, Mistefa Reşîd, Ebdullah Neçet, Bekir Mistefa Reşîd, Şikrî Mihemed Bîlal, Mistefa Mihemed Bîlal, Mihemed Selîml, Yosif Hesen Ebdu, Hesen Osman, Ebdîn Mihemed Reşîd, Ehmed Ebdu.”
Çavkanî diyar kir ku çeteyan ji bo berdana sivîlên revandine 150 hezar lereyên Sûriyê xwestin.