NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 116’an de didome.
Roj bi roj tendirustiya çalakgeran ber bi xerabbûnê ve diçe lê çalakger diyar dikin ku ew ê çalakiya xwe heta dawiyê bidomînin.
Rojnameger û hunermend jî di nav de îro gelek kes hatin serdana çalakgeran. Şanoger Gulperî Alma, Sîraç Yildiz, Şîrîn Alma û Remocan jî hatin serdana çalakgerên greva birçîbûnê.
Şanoger Şîrîn Alma di serdanê de axivî “Bêdengiya welatên Ewropayê rexne kir. Alma got: “Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 4 sal in di bin tecrîdeke giran de ye lê tu sazî dengê xwe nakin. Divê Konseya Ewropayê û CPT di serî de hemû saziyên Ewropayê li dijî tecrîdê têkevin nav hewldanan.”
Hunermend Sîraç Yildiz jî diyar kir ku ji bo berxwedan bi ser bikeve, piştgiriya gel girîng e. Yildiz got: “Bi geşkirina têkoşînê re, bêyî ku encamên neyînî pêk werin, em dikarin bi ser bikevin. Li gorî fikra min wê gelê Kurd bi ser bikeve.”
Gulistan Îke, Dîlek Ocalan, Nûrgul Başaran, Mûstafa Sarikaya, Mehmet Nîmet Sevîm, Denîz Surgut, Kardo Bokanî, Ekrem Yapici, Ayvaz Ece, Egîd Ûral, Ramazan Îmîr, Mohamad Ghaderî, Kerem Solhan û Yuksel Koç li Strasboûrgê di çalakiya greva birçîbûnê de ne.