KOBANÊ – Bi şoreşa Rojava civakek azad û demokrat avakirin destpê kiribû û îro jî li her qadê de civak rêxistinbuyîna xwe didomînin. Ji xebatan yek jî xebatên Yekitiya Jinên Ciwan ên Rojava ye. Di çarçoveya xebatê de Jinên Ciwan di nav vê mehê de di gelek herêman de Konferansa xwe ya yekemîn li dardixin.
Yekemîn Konferansa Yekitiya Jinên Ciwan ên Kobanê jî di 15’ê Nîsanê de li Navenda Ciwanan a Kemal Pîr ên Kobanê wê pêk were.
Bi vê wesileyê Jinên Ciwan ên Kobanê banga beşdarbûna Konferansê kirin. Jinên Ciwan di axaftinên xwe de tînin ziman ku ew vê Konferansê bi rihê berxwedana Leyla Guven a ku li dijî tecrîdê ev 5 mehe di greva birçîbûnê de ye li dar bixin.
Her wiha wek armanca Konferansê dibêjîn ku pêwîste Jinên Ciwan di civakê de li erka xwe ya rêxistinkirina civakê xwedî derkeve û ew bi armanca xwerêxistinkirinê vê Konferansê li dar bixin. Dîsa ji bo şikandina zihniyeta baviksalarî pêwîstî dibînên ku xwe rêxistin bikin wê ev Konferans jî bibe bingeha wê.