STENBOL – Çalakiya Nobetê ya malbatên girtiyên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di grevên birçîbûnê de, di 9’ê Nîsanê de li ber Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Gebzeyê dest pê kirin, di roja 4’an de dewam dike.
Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navend û navçeyên Stenbolê bi malbatên girtiyan re nêzî Girtîgeha Gebze kom bûn. Malbatên xwestin biçin ber girtîgehê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Polîsan diyar kir ku biryara qedexekirî ya walîtiyê heye û ewê destûr nedin meşê.
Li ser vê yekê nîqaş dinavbera polîs û malbatan de derket û malbatan gotin ew ê sibe jî saet 12.00’an bên ber girtîgehê û çalakiya xwe berdewam bikin. Malbatan diyar kirin ku ewê paşve gav ne avêjin.