ÎZMÎR – Çalakiya nivîska Îlhamî Çinar ê ji 5’ê Çileyê ve li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Şakranê ya li navçeya Alîgaga ya Îzmîrê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di grevê de ye dewam dike. Xaleata Çinar Abîde Bayram a îro çû serdana girt, bal kişand ser rewaş tenduristiya xwarziyê xwe. Bayram anî ziman ku Çinar li ser maseyê teker hatiye û nekariya baxive.
Bayram anî ziman ku pirsgirêka çavê wî derketiye, gotinên xwarziyê xwe wiha anî ziman: “Ez nabînim. Êşa min pir e. Ji ber nexweşiya Hemoroîtê ji rûviyên min xwîn tê. Êdî neyên serdana min, ji ber ku taqeta min nîne ez bêm. Ez pirtûkeke ku navçeya Bûca tîne ziman dinivîsand. Ji ber ez nabînim êdî nikarim binivîsim. Bila her kes dengê me bibihîse. Ez ber bi şehîdbûnê ve diçim.”
Xalet Bayram diyar kir ku bi fikar in û got: “Tavilê gavê bavêjin.”