REQA – Herêma Firatê liga xwe ya fûtbolê bi maça fînalê bi dawî kir. Maç dawî ku li Reqa pêk hat di navbera Kobanê Firatspor û Reqa Asayiş hate lîstin.
Beriya maçê şahiyek hate lidarxistin. Gola yekemîn Reqa Asayiş avêt. Piştî demekê dîsa heman takîm gola avêt û lîstok bû 2-0. Ruxme vê navberê Kobanê Firatspor li berxweda û lîstokê kir 2-2. Ji ber ku di encamê de bi hev re man, li gor qaîdeyên Yekitiya Werzîşê maç çû penaltiyan û di encama bikaranîna penaltiyan de Kobanê Firat Spor serket û kupa rakir.
Ciwanên Kobanê û fûtbolvan bi coşek mezin kupa rakirin û bi ketina Kobanê re gel wan pêşwazî kir û bi govend gerandinê şahiyek li darxistin.