AMED – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe 157 roj in li ber xwe dide.
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 157’emîn de didome. Li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê bi heman armancê destpê kir di roja 144’emîn de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 Çalakgeran û li Galler Îmam Şîş di roja 118’emîn de didome. Çalakiya girtiyên girtîgehên Tirkiye 118 roj in didome. Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 44’emîn de didome.
ÇALAKIYA 3 PARLAMENTERAN A AVAHIYA HDP’Ê DIDOME
Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin didome. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiya xwe li malê berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 99 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 89, Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 97 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 46 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.
GREVA BIRÇÎBÛNÊ LI QADA NAVNETEWÎ DIDOME
Yusuf Îba li Torontoyê 92 roj, Mele Mustafa Tuzak li Duîsburgê jî 91 roj, Husên Yildiz 85 roj, Hasbî Çakici 84 roj in di greva birçîbûnê de ne. Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya Fadîle Tok 84 roj, Şiyar Xelîl ê li Nurinbergê 80 roj, Cemal Kobanê û Omer Bagdur yên li Kasselê 75 roj, Şivan Agaogulu û Sultan Yigît ê li Paytexta Awusturya Viyana 68 roj, Mehmet Alî Koçar ê li ber Neteweyên Yekbuyî ya Cenevê 57 roj, Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingîlîstanê Londonê 28 roj di gireva birçîbûnê de ne. Herêm Mehmut 49 roj, Gulebax Celal 28 roj in di greva birçîbûnê de ne.
BERXWEDANVANÊN KU LI DIJÎ TECRÎDÊ ÇALAKIYÊN FEDAYÎ PÊK ANÎN
Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20’ê sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltu de, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiyên fedayî pêk anîn. Yonca Akici di 29’ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Siraç Yuksek, di 2’ê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye, Mahsum Pamay jî di 5’ê Nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakiya fedayî pêk anî.