NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Malbatên girtiyan jî li ber Girtîgeha Tîpa M’yê ya Gebzeyê çalakiya nobetê dabûn destpêkirin. Malbat li nêzî girtîgehê hatin ba hev û xwestin ber bi girtîgehê ve bimeşin. Polîsan diyar kirin ku ew ê nehêlin malbat bimeşin.
Piştî ku malbatan diyar kirin ku ew ê belav nebin, polîsan êrîşî malbatan kir û xwest malbatan ji ber girtîgehê dûr bikevin.
Polîsan hemû rê girtin ên ku diçe ber girtîgehê.