MEXMÛR – Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûr bi rihê “Serî hilde, Berxwe bide, faşîzme hilweşîne û Kurdistanê Azad bike” de tevlî Konferansa 11’emîn ya Meclîsa Îştar bûn. Reng û dengê Jinên Ciwan bi awayekî xurt di konferansê da hat pêşwazî kirin. Her wiha endama Koordînasyona Jinên Ciwan Leyla Kara ji ajansa me ya Nûçe Ciwan re axifî û beşdarbûna jinên ciwan wiha anî ser ziman; “Em jî wek Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûr , serî de em 11’emîn konferansa Meclisa Îştar li Rêber APO tevahî jinan û delegeyên amade pîroz dikin. Di pêvajoyekî ewqas girîng de derxistina konferansek wisa rastî jî pir watedare. Me jî wek jinên ciwan, bi rihê Serî Hilde, me beşdarbûna xwe ji bo konferansê da çêkirin. Her wiha em jî dibin sîwana Meclisa Îştar de kar û xebat bi hevre didin meşandin.”
‘JINÊN CIWAN BÊDENG NEMÎNIN Û DENGÊ XWE BILIND BIKIN’
Her wiha Leyla Kara balkişand, ser tecrîda ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û wiha got; “Wekî ku te zanin tecrîdek pir giran li ser Rêbertiya me tê meşandin, ji bo Şikandina vê tecrîda girankirî a ku li ser Rêbertî tê meşandin, li her çar parçeyên Kurdistan û jidervey welat grevên birçîbûnê hatine despêkirin û her wiha li tevahî cihanê jî grevên birçîbûnê, yên bêdem û bêdorveger hatine despêkirin. Çalakiya ku dibin pêşengtiya jina berxwedêr Leyla Guven de hatî despêkirin û dengê xwe li tevahî cihanê belav kirî em çalakiyên wan silav dikin. Bangawaziya min ji bo tevahî jinan heye ku bila dakevin qadan, bêdeng nemînin û dengê xwe bilind bikin. Di dawiyê de jî em dûbare konferansa Meclisa Îştar pîroz dikin û serkeftinê ji bo tevahî hevalan dixazin.”
Jina ciwan a bi navê Kajin Uzek jî giredayî konferansa Meclisa Îştar wiha axivî û got “Ez di serî da 11’emîn konferansa Meclisa Îştar li Reber APO li pêşengê berxwedaniyê Leyla Guven , li tevahî jinan û li tevahî delegeyên amade pîroz dikim. Em jî wek jinên ciwan bi rihê Serî Hilde me beşdarbûna xwe ji bo konfransê da çêkirin, me jî xwest divê konferansê de reng û denge jin, taybet yê jinên ciwan bidin diyarkirin. Beşdarbûna jinên ciwan ya ji bo Konferansê bi coş û moralek mezin beşdarî konferansê bûn. Derxistina konferansê di pêvajoyek ewqas giring de, rastî jî bi watedare û wê bi encam be jî.
‘PÊWÎSTE TEVAHÎ JIN Û JINÊN CIWAN DENG BIDIN DENGÊ LEYLAYAN’
Her wiha Kajîn da diyar kirin ku: “Divê em jî wek jinên ciwan heya dawî piştgiriya xwe ji bo Leyla Guven û tevahî çalakvanên di çalakiyên birçîbûnê dene helwesta xwe bidin diyarkirin û bêdeng nemînin. Pêşenga berxwedaniyê Leyla Guven ji bo şikandina tecrîdê ketî greva birçîbûnê û dengê xwe li tevahî cihanê belavkirî, em wek Jinên Ciwanên Mexmûr silav û rêzên xwe dişînin û pêwîste tevahî jin dakevin qadan ji bo bilindkirina berxwedaniyê. Em deng bidin denge Leylayan. Dûbare em konferansa Meclisa Îştar pîroz dikin û dibejin serkeftin ya gelê Kurde.”
NC – Nûda/Avyan