REQA – Ji nav avahiyên wêran em digihêjin Reqa’yê. Berê 2 salan ev der wek bajara reş dihat zanîn ji ber ku çeteyên Daîş’ê ev der ji xwe re kiribûn paytexta dewleta xwe.
Di ketina bajar de mirov rastiya Rojhilata Navîn bi çavvekirî didît. Di heman avahiyên ku hilweşiyabûn bin de dikan hatibû vekirin û gel kare xwe dimeşand. Ev jî dida xuyakirin ku di Rojhilata Navîn de gel di nav zor û zehmetiya şer de jiyana xwe jî didomîne.
Bi gihîştina Stadyuma Reqqayê di Stadyumê de atmosferek cuda hebû. Her der bi pankartan hatibû xemilandin. Herkes cihê xwe girtibûn. Herkes wekî ku di nav xeyalekî de bû. Ji ber ku cara yekem li herêmâ Bakurê Suriyê ku her tim bi şer derketibû pêş organîzasyonek wisa dihat çêkirin.
Gelek ciwan ruxmê xetereyên çeteyan ku hêj jî di şaneyên weşartî de hene hatibûn maçê temaşe bikin. Di milê trîbûnekî de Ciwanên Ereb ji bo tîma xwe kom bibûn di mile kî de jî Ciwanên Kurd ji bo tîma Kobanê kom bibûn lê ne wek fanatîkên ku dixwestin hev û du bikûjin din av biratiya gelan de ji bo tîma xwe dirûşman diavêtin. Di dema ku tîmek gol dixwar alîgirên din ji bo tîma din rabe serpiyan moral û coş didan.
Li Bakurê Suriyê û Rojavayê Kurdistanê Şoreş di gelek milan de ser ciwanan bandorê xwe kiribû. Bi dehan maç hatibû leyîstin, lê bûyerek biçuk jî derneketibû. Di nav leyîstokê de jî futbolvan bi hevaltiyek di dema fuol an jî rewşekî de nêzî hev û du dibûn. Kesayetekî Kapîtalîzm dixwaze di ciwanan de fanatîzmê ava bike lê di ciwanên Rojava de û Bakurê Suriyê de ev hatibû şikandin.
Ji ber vê dîmenê xweşik bû ku maç bi hev re encam bû lê di penaltiyan de Kobanê Firatspor serket. Kobanê Firatspor bi bêderfetiyan hatibû heya vê astê. Hemû ciwan di vê hişmendiyê de bûn.
Bi encama maçê ve hemû temaşevan ketin nav Stadyumê. Him alîgirên Reqqa Asayîş spor’ê him jî yê Kobanê Firatspor ketin nav qadê û dest bi hev re govendê kirin. Herkes hev û du pîroz dikir. Ji ber ku ev ne serkeftina Tîmekî bû. Serkeftina Şoreşa Rojava bû ku çeteyan ji welatê xwe qewitandibûn. Serkeftina ku jiyanekî nû û bi hev re bikin bû.