WAN – Ji bo bilindkirina berxwedanên grevên birçîbûnê û li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Ciwanên Kurdistanê di nava çalakiyan de ne.
Ciwanên Wanê li kolana 2’ê Nîsanê pankarta bi nivîsa “Niha Em li her cihî ne, û em ne li cihekî ne” û bi weneyê Leyla Guven û Rêber Ocalan daliqandin. Ev çalakî li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo bal kişandina li ser berxwedanên grevên birçîbûnê hate lidarxistin.