AMED – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe 158 roj in li ber xwe dide.
Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 158’emîn de didome. Li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê bi heman armancê destpê kir di roja 145’emîn de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 Çalakgeran û li Galler Îmam Şîş di roja 119’emîn de didome. Çalakiya girtiyên girtîgehên Tirkiye 120 roj in didome. Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 45’emîn de didome.
ÇALAKIYA 3 PARLAMENTERAN A AVAHIYA HDP’Ê DIDOME
Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin didome. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiya xwe li malê berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 100 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 90, Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 98 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 47 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.
GREVA BIRÇÎBÛNÊ LI QADA NAVNETEWÎ DIDOME
Yusuf Îba li Torontoyê 93 roj, Mele Mustafa Tuzak li Duîsburgê jî 92 roj, Husên Yildiz 86 roj, Hasbî Çakici 85 roj in di greva birçîbûnê de ne. Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya Fadîle Tok 85 roj, Şiyar Xelîl ê li Nurinbergê 81 roj, Cemal Kobanê û Omer Bagdur yên li Kasselê 76 roj, Şivan Agaogulu û Sultan Yigît ê li Paytexta Awusturya Viyana 69 roj, Mehmet Alî Koçar ê li ber Neteweyên Yekbuyî ya Cenevê 58 roj, Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingîlîstanê Londonê 29 roj di gireva birçîbûnê de ne. Herêm Mehmut 50 roj, Gulebax Celal 29 roj in di greva birçîbûnê de ne.
GIRTIYÊN LI DIJÎ TECRÎDÊ ÇALAKIYÊN FEDAYÎ PÊK ANÎN
Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20’ê sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltu de, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiya fedayî pêk anîn. Yonca Akici di 29’ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Siraç Yuksek, di 2’ê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye, Mahsum Pamay jî di 5’ê Nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakiya fedayî pêk anî.