AMED – Der barê Parlementera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag de fezleke hat amadekirin. Ji ber ku Dag li avahiya HDP’a Amedê li dijî tecrîdê ketiye greva birçîbûnê fezleke hat amadekirin.
Der barê Parlementera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag de, ji ber li avahiya HDP’a Amedê ji 3’yê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye fezleke hat amadekirin. Heta niha der barê Dagê de 5 fezleke hatine amadekirin.
Ji 5 fezlekeyên der barê Dagê de hatine amadekirin 2 jê der barê grevên birçîbûnê de ne.
Parvekirinên Dagê yên li ser medyayê civakî yên der barê çalakiyên greva birçîbûnê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê de bûn mijara fezlekeyan. Ji van fezlekeyan a ewil; Di 17’ê Mijdara 2018’an de 15 kesan li avahiya HDP’ê ya Amedê ji bo piştgiriyê bidin Leyla Guven ketin greva birçîbûnê. Ji ber Dag jî di nav van 15 kesan de bû, beşdarbûyîna wê, axaftinên wê û parvekirinên wê yên der barê çalakiyê de wekî “propagandaya rêxistinê” hatin hesibandin.
Fezlekeya din jî; ji ber çalakiya greva birçîbûnê ya di 3’yê Kanûna 2018’an de hat amadekirin. Di 3’yê Kanûnê de parlementerên HDP’ê li avahiya partiyê ketibûn greva birçîbûnê. Ji ber di çalakiyê de Dag êlegê ku wêneyê Leyla Guven û nivîsa “Leyla Guven mafdar e, divê tecrîd bi dawî bibe” nivîsandî li xwe kiriye wekî sûc hat hesibandin.