NAVENDA NÛÇEYAN – Yusuf Îba ku li bajarê Toronto yê di greva birçîbûnê de ye, danê êvarê ji nişka ve vereşiya û nekarî li ser xwe bisekine û bimeşe. Lewre hevalên wî yên çalakiyê gazî li ambûlansê kirin û Îba rakirin nexweşxaneyê.
Îba yê ku li nexweşxaneyê tedawî qebûl nekir, dîsa vegerandin cihê çalakiyê û berxwedana xwe domand. Hate ragihandin ku di demên dawî de lîfên Îba dihelin.