NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî Kolbernews’ê îro hêzên leşkerî yên Îranê li ser sînorê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê li herêma sînor a bajarê Xoy a ser bi parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê êrîşî komekî kolber kirin. Di enama êrîşê de kolberek hate kuştin.
Li gorî heman çavkaniyê, kolberê jiyana xwe ji dest daye, Behan Rewşenî yê temen 24 salî ye û xelkê gundê Bilsurî Xwarû ya ser bi bajarê Xoy ye.
He rwiha li herêma Tete ya Hewraman jî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve kolberek hate birîndar kirin û barê kolberan talan kirin.
Ji Cejna Newrozê hate niha, di encama gulebarên Îranê de du kolber hatine kuştin û 7 ji birîdar bûne ku Rojhilatê Kurdistanê ne.