KELAR – Endamên Jinên Gencanî Têkoşer bi daliqandina pankartekê 31’yemîn salvegera Komkujiya Enfalê şermezar kir. Jinên Ciwan li bajarê Kelar yê Başûrê Kurdistanê ji bo roja komkujiya Enfalê şermezar bikin pankarta bi nivîsa “Enfal rojek reş û girane di dîroka gelê Kurd, em sersaxî ji hemû kesan re dixwazin” li nava sûkê daliqandin.