NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şervanê YPG’ê Çiyager Dêrik 13’ê Nîsanê li Dêra Zorê dema bi erka xwe radibû, şehîd bûye.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye;
“Hevrê Çiyager li bajaroka Gırkê Legê ya Rojavayê Kurdistanê di malbateke welatparêz de ji dayîk bûye û mezin bûye. Dema ku şoreşa azadiyê li Rojavayê Kurdistanê û bakûrê Sûriyê mezin û geş dibû tevlî nav refên me bû. Di operasyona bi dawî kirina DAÎŞ’ê ya Bagera Cizîrê de cîhê xwe girt, him berpirsiya li ser milên xwe pêk anî, him jî şahidiya wan kêliyên dîrokî kir. Hevalê Çiyager yê ku di tevlîbûna xwe de bi aliyên xwe yên wêrek, fedakar û kedkar dihat nasîn, vê sekna xwe di her qadê jiyanê de domand. Girêdan û baweriya xwe ya bi şoreşm re bi têkoşîna xwe îspat kir, hemû erkên li ber xwe bi awayek herî serkeftî pêk anî.
Xebatên lêgerîn û paqijkirinê ya bi armanca pêk anîna ewlehiya herêmê, di proseya piştî bi dawî kirina DAÎŞ’ê hîn jî berdewam e. Rêhevalê me Çiyager di nav van xebatan de dema bi erka xwe rdibû 13’ê Nîsanê şehîd bû.
Em di şexsê hevrê Çiyager de hemû şehîdên xwe yên nemir bi rêzdarî bibîr tînin, ji malbata şehîd Çiyager û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”
Li gorî daxuyaniya YPG’ê nasnameya şehîd wiha ye;
Nasnav: Çiyager Dêrik
Nav û Paşnav: Yezen Mihemed Şerîf Asî
Navê Dayikê: Besna
Navê Bav: Mihemed Şerîf
Cihê Jidayikbûnê: Girkêlegê
Cih û Demê Şehadetê: Dêra Zor / Gundê Luziyê / 13’ê Nîsana 2019’an