SILÊMANÎ – Îro li parka Azadiyê ya bajarê Silêmaniyê Gencanî Welatparêz û Jinanî Gencî Têkoşer ji bo 31’yemîn salvegera Komkujiya Enfalê bi daxuyaniyek ew karesat bibîr anîn û bikerên wî şermezar kirin.
Ehmed Duzî endamê Gencanî Welatparêz axivî û got: “Ev karesat birînekî mezine di dîroka kurdan de ye, û her wiha bal kişand li ser ew qurbanî û komkujiyan kir ku hatiye ser gelê me di alîyê rejîma Baas ve. Ehmed bang li tevahî gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê bi taybetî jî Ciwanan kir ku xwedî li Şehîdên xwe derkevin û li hember dagirkeriyê êdî bêdeng nemînin, û her wiha got ku pêwîst dikir ku hukumeta herêma Başûrê Kurdistan ev roj wek rojek reş bi nav bike.