KOBANÊ – Zanîngeha Kobanê di cihanê de hêj zêdetir tê meraq kirin. Bi perwerdeyeke cuda, bi şêwazên nû Zanîngehek hatiye avakirin. Ji ber ku di nav şoreşa Rojava de ev Zanîngeh pêş dikeve û zêdetirî bêderfetiyan xwe didomîne gelek bal dikşîne. Zanîngeha Kobanê ne tenê ji bo xwendevan û Mamosteyên Rojavayê Kurdistanê ye, hemû xwendevan û mamosteyên çar perçeyên Kurdistanê dikarin di vê Zanîngehê de cihê xwe bigirin.
Li ser vê esasê Mamosteyên Zanîngeha Kobanê ji Ajansa me Nûçe Ciwan re axivîn û di derheqa şêwaza perwerdeyê, rêbaza rêveberiyê, hêviyên pêşerojê û hundirê waneyan ji me re vegotin.
Mamoste Sakîne Elî ya ku bixwe di heman demê de Hevseroka Zanîngeha Kobanê ye wiha behsa zanîngehê dike. Elî dibêje ku ew li ser esasa Zanîngehekî azad û demokrat dest bi avakirinê kirine. Hemû zaningehên cihanê bi qaideyên hevpar perwerdeya xwe dimeşînin lê Zanîngeha Kobanê cudahiya xwe heye. Ji wan cudahiyan yek jî sîstema hevserokatiye ku rengê jinê dide Zanîngehê. Ev bi giştî cihanê de tenê li Zanîngehên li qadên Şoreşê heye. Her wekî din dibêje di zanîngehê me de pergala xweseriyê heye. Pirsgirekên zanîngehê bi hevpar, bi civîn û tekmîlan ve tê çareserkirin. Her wiha pergala nirxandinê heye. Ji bo xwendevanekî serkeftin ne bi ezmunan li ser nirxandina xwendekaran çêdibe. Zanîngehên din de tenê bi ezmunan dikare derbas bibe. Lê vê zanîngehê de sekna xwendekaran, rêbazî wî/ê, femkirina wî/ê, eleqeya wî/ê, zanyariya wî/ê, tê nirxandin. Wisa biryar tê dayîn. Her wiha biryarên di derheqa zanîngehan de bi meclîsekî tê girtin. Di nav meclîsê de ji hevserokan bigirin, mamosteyan heya berdevkên xwendekaran ve tê girtin.
Sakîne Elî behsa kêmderfetiyan jî dike û dibêje; “Kemasiyên me henin. Labuoratuvar, alaw, kadro pêwîstî henin. Lê ji ber ku ji sînor derbaskirina wan zehmete pêknayên. Ji ber vê jî pêwîste herkes were alîkarî bide vê zanîngehê. Minak berê xwendevanên zanîngehê yên ku ji gundan dihatin cihê wan ê mayînê tunebû. Me ji bo van xwendekaran Wargeh avakirin. Ev hemû jî bi derfetên xwecihî pêkhat.”
Mamoste Sakîne Elî baldikşîne li ser Zanîngeha ku ji bo 35 hezar kesan were wekirin jî dike û dibêje niha ew amadekariya wî dikin. Her wiha ji bo beşên nû were vekirin bendê ne ku Mamoste, pîspor werin vê derê xebat bikin da ku hemû xwendevanên Kurdistanê werin li vir bixwînin.
Mamosteya Wêjeya Kurdî Ednan Hesen jî di derheqa giringiya Fakûlteya Wêjeya Kurdî û gelek kesên ku kedê wan ji vê Zanîngehê re derbas bûye dike û spasdariya xwe radigihine. Hesen dibêje; “Şoreşa Rojava Şoreşa Ziman e. Ger ciwanekî, xortekî, keçekî durê zimanê xwe bibe wê demê durê rastiya xwe dibe. Ji ber vê jî armanca zanîngehê bi taybet jî Fakulteya Wêjeya Kurdî li ser esasa xwe naskirinê hat vekirin. Da ku ciwanek bikaribe herkesi xwe bide naskirin.”
Hesen dibêje ku Fakulteya Wêjeya Kurdî bi 4 salan pêk tê û di nav xwe de 5 branş dihevîne. Her wekî din behsa cureyên waneyan jî dike û dibêje di Fakulteya Wêjeya Kurdî de wek waneyên Dîroka Kurdistanê, Dîroka Wêjeyê, Dîroka Têgehan, Jineolojî hwd. tê dayîn. Hesen herî dawî hemû kesên ku xewnê wan bû, ku Zanîngehekî Kurdîstanî vebe vedixwîne Zanîngeha Kobanê û ji bo him xwendinê him jî Mamostetiyê.