PARÎS – Ciwan ji bo balê bikişînin ser asta krîtîk a berxwedana grevên birçîbûnê, maskeyên ku berxwedêrên greva birçîbûnê didin ber devê xwe, dan ber devê xwe û çalakî kirin.
Ciwanan afîşên bi zimanê Fransî hildan û li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan sloganan qîriyan.
Ciwanan li ser tecrîdê û grevên birçîbûnê gelek belavok jî belav kirin.