KOBANÊ- Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) ên herêma Firatê bi dirûşmeya “Bi felsefeya Rêber Apo em ê dagirkeriyê têk bibin, di pêşengiya jinên ciwan de Sûriyeke azad ava bikin” dest bi 1’emîn konfransa xwe kir.
Yekemîn Konferansa Yekîtiya Jinên Ciwanên Kobanê bi beşdarbûna sedan delegeyên Jinên Ciwan destpêkir. Di destpêkê Konferansê de deqqeyek ji bo Şehîdên Şoreşê rêzgirtinê destpêkir. Gelek jinên ciwan bi eleqe û kelacenek mezin beşdardibin.
Konferans bi axaftina vekirinê li ser navê Kongra Starê Sozdar Çiya ve berdewam dike. Sozdar di axaftina xwe de bal kişand li ser giringî û wateya Konferansê û got “ev Konferans wê biryarên girîng ji bo rêxistinbûnê bavêje. Ev Konferans ji bo vê bajarê Berxwedanê re yekemîn e. Jinên Ciwan wê ji bo vê bajarê bibe mînak!”
Her wiha Sozdar bal kişand li ser berxwedana Leyla Gûven û got: “ Leyla Gûven 5 meh zêdetire di greva birçîbûnê de ye. Ev ji bo Rêber Apo ev berpirsiyarî girt ser xwe û belav kir. Wê ev Konferans jî ji bo xwedî derketina berxwedanê bibe gava yekem”
Konferans wê bi nîqaşkirina rewşa rêxistinî, xwendina raporên faaliyetê, temaşekirina Sînevîzyonê û avakirina meclîsan ve wê bidome.