NAVENDA NÛÇEYAN – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) greva birçîbûnê ya ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgirîkirina Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven hatî destpêkirin di roja 121’an de berdewam dike.
Di heman demê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja 86’emîn de bi biryardarî berdewam dike. Îro çalakiya bêdem bi dorveger ji aliyê 41’emîn ve hate dewir girtin.
Di merasîma dewir girtinê de li ser navê koma 40’emîn Elî Kara axivî û got; “Em serîde xêr hatina gelê xwe û koma 41’mîn dikin, ev tecrîda grankirî ya li ser Rêberê me diji mirovahiyê ye. Em vê yekê qebul nakin, pêwîste ev tecrîd rabe. Ji bo ku tecrîd jî rabe pêwîste gelê Kurd bêdeng nemîne. Tecrîd ne tenê li ser rêberê meye, di heman demê de li ser hemû gelê Kurde.”
Kara herî dawî bang li her kesê kir da ku ji bo Rêber Ocalan êdî bêdeng neminin û li her der derê çalakiyan lidarbixin.
Koma nû bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ çalakiyê dewir girt.