KOBANÊ – Ji bo berxwedana grevên birçîbûnê ya ku Leyla Guven pêşengiya wê dike, li her derê çalakiyên mezinkirina berxwedanê didomin.
Îro xwendekar û mamosteyên Kobanê di pêşengiya Saziya Mamosteyan (KPC’ê) de ji bo Leyla Guven û berxwederên grevên birçîbûnê meşek li dar xistin. Meş li ber peykera Şehîd Arîn Mîrkan destpêkir û heya qada Teyrê domiya. Ciwanan bi pankartên Leyla Gûven a ku şiyara “Bi pêşengiya Leylayan, tecrîdê bişkînin bi Rêber Apo re azad bijîn” û wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ve meşiyan.
Di çalakiya ku pêkhatî de dirûşmên “Bijî berxwedana Leylayan”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Zindanan” û “Bê Serok Jiyan nabe” hate berzkirin. Di dawiya meşê de meş veguherî mitîngekî. Di mitîngê de li ser navê mamoste û xwendekaran axaftin hate kirin û bal kişandin li ser berxwedanê.
Meş bi dirûşman dawî bû.