NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir, balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandine.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “14’ê Nîsanê saet 08:00 qada Çiyayê Reş û saet 21:30’î qada Werxelê û Saca yên herêma Zapê, saet 12:00 qada Mervanus û saet 13:45’an qada Tepê Sor ên herêma Avaşînê, saet 17:00 jî derdora gundê Kersê yê herêma Metînayê hatine bombekirin.
13’ê Nîsanê saet 10:00 qada Dola Konferansê ya herêma Avaşînê hatiye bombekirin.
Ji ber bomberdûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye, lê belê zerar gihîştiye bax û baxçeyên gundiyên Kersê.”