AMED – Endama Polîtburo ya Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstînê (FHKC) Leyla Xalid, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û parlementera Partiya Demokratîk a Gelan ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe, 159 roj e di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye ziyaret kir. Leyla Xalid piştî ku serdana Leyla Guven kir çû serdana parlamenterên HDP’ê Dêrsim Dag, Tayîp Temel û Murat Sarisaç ku ji 3’yê Adarê ve li avahiya HDP’ê ya Amedê di greva birçîbûnê de ne.
“Em ê ji têkoşînê gavê paşve neavêjin”
Leyla ya ku li avahiya HDP’ê silav da parlamenteran, diyar kir ku ew piştgiriyê dide çalakiya wan. Leyala diyar kir ku ew aliyê jiyanê ne, silavên kesên filistînî ku di di girtîgehê de ne û yê sekreterê xwe yê giştî ji wan re aniye.Leyla Xalid herî dawî got ku ew ê li gel hemu neyîniyan bi ser kevin.