NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyê 26 salî Yakûp Guneş ê ji 26’ê Kanûna 2018’an ve li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Şakranê ya girêdayî navçeya Alîaga ya Îzmîrê li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye, bi rêya malbata xwe, ji bo ku mirin li girtîgehan pêk neyên bang hestiyariyê kir.
Guneş peyama bi rêya malbata xwe şand wiha ye: “Ez ji 26’ê Kanûnê ve di greva birçîbûnê deme. Ev 111 rojin çalakiya min berdewam dike. Min 17 kîlo dan. Êş dikeve mîda min û destên min dilerizin. Destên min pir sar dibin û bi xwendinê hewl didim li ser xwe bim. Di rojên derbas bûyî de, me ji bo malbat û çapemeniyê nameyên serpêhatiya jiyana xwe nivîsandin. Lê rêveberiya girtîgehê, dest danîn ser nameyên me.
Armanca wan ewe ku derbarê pêvajo û rewşa hûndir tu agahî dernevin derve. Berdêla wê çi dibe bila bibe, heya ku tecrîd ranebe emê greva xwe ya birçîbûnê berdewam bikin. Ji bo ku mirin li girtîgehan pêk neyên em bang hestiyariyê dikin. Bile hemû kes pirtûkên di destên xwe de ji girtîgehan re bişînin. Pêdiviya me bi pirtûk û xwendinê heye.”