KOBANÊ – Konferansa yekemîn a Yekîtiya Jinên Ciwanên Kobanê ya ku li Navenda Ciwanan a Şehîd Kemal Pîr pêk dihat bi biryardariyek xurt dawî bû.
Ji Konferansa jinên Ciwan re zêdetirî 300 delege beşdar bûn. Jinên Ciwan bi coş û kelecanek mezin beşdarê Konferansê bûn. Konferansa ku berê nîvro bi axaftinê û temaşekirina sînevîzyonê berdewamkir, piştê nîvro jî bi nirxandina siyasî û rêxistinî û li ser mijarên Jinên Ciwan nîqaşkirinê dewam kir.
Di nîqaşan de li ser zewaca Temenê biçûk, bandora kapîtalîzmê li ser jinê, kolebûyina jinê ji aliyê bav û bira de di malê de hat guftûgokirin. Jinên ciwan di derheqên mijaran de fikrên xwe anîn ziman û pêşniyarên xwe ji bo çareseriyan kirin.
Piştê nîqaşan meclîsa Jinên Ciwan ên Kobanê bi rêya hilbijartinê hat diyar kirin û pêşnûma û biryar hatin eşkere kirin.
Biryarên ku derketine wiha ne:
– Em wekî jinên ciwanên kantona Kobanê ev konferans diyari Rebêr Apo û di şexsê Leyla Guven de tevahi berxwedanvanên çalakiya greve birçibûnê dikin.
– Em wekî jinên ciwanên kantona Kobanê Serokê Gelan Rebêr Apo wekî iradeya xwe dibînin û ev tecrîda girankirî ya li ser Rebêr Apo ji bo ku were şikandin em ê di nav çalakî û berxwedaniya de bibin.
– Disa ji bo ku pergala konfederalizma demokratîk were rûnişkandin wekî meclisa jinên ciwanên Kobanê em ê hemû beşên sistema konfederal bin siwanê meclise xwe bidin ava kirin.
– Li hembêre zewaca temenê biçûk ve şiddeta li ser jinê hamlayek bidin destpekirin ji bo parastina jinê wekî hamleyek xwe rêxistin kirin.
– Perwerdeyên birdozî û askerî ji bo jinên ciwan werin wekirin.
– Perwerdeyên jineolojî werin dayin û komîta jineolojî were avakirin.
– Çekirina timên werzişê a jinên ciwan.
– Timên futbol bi navê jinên ciwan werin çekirin.
– Xebatê çand û hûner bi navê jinên ciwan werin çekirin.
– Em wekî jinên ciwan li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşist û hemû hezên dagirkêr em e her tim di nav çalakî û berxwdanîyede bin.
– Em wekî jinên ciwana ji bo gelekî şerkêr û şerê gelê şoreşgerî em e her tim di tevger û awakirina parastina cewheride bin.
– Em wekî jinên ciwan li hemberî êrîşên moderniteya kapitalist emê çanda ciwakê de israr bikin û ji bo parastin û belavkirina çanda gelerî em ê di nav tekoşinê de bin.
– Ji bo hezin me ya YPJ xort kirin em wekî tevgera jinên ciwan xwe berpirsiyar dibînin.
– Perwerdeyên ajotina motor û erêbe verin dayin.