Polîsên Tirk êrîş birin ser çalakiyê, 20 kes hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk êrîş birin ser çalakiya rûniştinê ya li ber Girtîgeha Gebzeyê ya malbatan û Hevseroka Bajêr a Stenbolê ya HDP'ê Esengul Demîr jî di nav de 20 kes destgîr kirin.

STENBOL – Malbatên girtiyan bi armanca piştgirî dayîna çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirin Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku di 9’ê Nîsanê de li ber Girtîha Tîpa M a Gemze dest bi “Çalakiya Nobetê” kirin di roja 7’an de dewam kir û polîsan êrîş birin ser çalakiya xizmên girtiyan.

Polîsên Tirk di êrîşê de derb li gelek kesan dan û 20 kes destgîr kirin. Girseyê bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan’ li dijî hovîtiya polîsên Tirk helwest nîşan da û ji bo biçin ber girtîgehê dest bi meşê kirin. Polîsên ku xwestin berzkirina dirûşmeyan asteng bikin, gelek kes derp kirin.

Welatiyên derdorê jî helwest nîşan dan û gotin: “Gelo mafê kombûyîna mirovan, daxuyanî dayînê û meş lidarxistin tuneye? Ev mafek e.”

Polîsan di dema êrîşê de, bi şaşî li amirê xwe jî dan. Kesên hatine destgîrkirin, birin Midûriyeta Polîsan a navçeya Gebze.

Nivîsa Pêş