MEXMÛR – Li Mexmûr li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Jinên Ciwan bi hunera deste xwe li pêşdane. Bi afrînerbuyîna dest, wêneyên xwe bi hestên penabertiyê çêdikin.
Endamê Atolyeya şehîd Delîla Gulê Alturk giredayî hunera dest nêrînên xwe anîn ser ziman û wiha got; “Ez bi hûnere re mujûl dibim ji ber ku hûner civakê dide îfadekirin, kesê ku wêne çêdike hestên civake dide îfadekirin. Buyerên ku di nava civakê de çêdibe bi hunera xwe dide îfadekirin û bi mirovan dide têgihandin, ez jî ji ber vê çendê bi hûnere re mujûl dibim. Piranîya xwe wêneyên ku min çêkirîn girêdayî xwezayê ne û parçeyek ku civaka Kurd îfade dike. Wêneyên min piranî girêdayî xwezayê ne, ji ber ku jin jî parçeyek ji xwezayê ye, zêdetir pirrengîya wê bi xwezayê re heye. Ev pirrengîya jinê ya di xwezayê de min xwast bidim îfadekirin. Dema ez wêne çedikim hestên min yên pir xweş çêdibe ez bi wêne hestên xwe didim îfadekirin.”
“Bila Jinên Ciwan xwedî li hunera xwe derkevin, bi hunera xwe nasnameya xwe derxe holê”
Gulê Alturk di dawiya axiftina xwe de bang li Jinên ciwan kir û got; “Bila jinên ciwan xwedî li hunera xwe derkevin û tiştên kû dinava civakê de çêdibin bila hewl bidin bi hunera deste xwe bidin îfadekirin û denge xwe bi hunera xwe derbêxe. Ne tenê di alîyê wêne de di alîyê çi de be bila bibe, bila hestên xwe û afrênerîya xwe derxe.
Li vir piranîya wêneyên ku em çêdikin, ji ber civaka di nava şer, zor û zehmetîyan de jiyan dike piranîya xwe em di wêneyên xwe de wê dide îfadekirin. Her wiha girêdayî hestên xwe jî li gorî civaka xwe çêdikin, girêdayî xwezayê, giredayî penaberîyêû girêdayî heskirinê em çêdikin. Ji ber ku xweza di roja me ya îro de di nava êrişan deye, êriş netenê li ser mirovan heye di heman demê de êrişek pir mezin jî li ser xwezayê heye. Em dizanîn ku dewleta Tirk a dagirker çîyayên Kurdistanê bi topbaranên xwe hemu dan e şewitandin, her wiha ev dewletên Emperyalîst û Avrupî bi çêkirina fabrîqeyan xwezayê tune dikin.
Tebeqa Ozun ber bi kombunê ve diçe dibe, her wiha bi hezaran curên zindiyan tune dibin. Min xwest parçeyek xweşiktiya vê xwezayê di tabluyên xwe de bidim îfadekirin. Hindek tabluyên min girêdayî jinê jî hene, ji ber ku di nava civaka me de taybet jî civaka Şengalê ya Êzidî di fermanan re derbas bune û di van fermanan de pir penabertî çêbune. Ji ber ku yê herî êş dikşîne jine û yê ku bi zorîyêre ru bi ru dimîne disa jine, ji ber vê yekê tabluyên min girêdayî wan tiştên ku min bahs kirine.”
“Hestên xwe bi wêne didin îfade kirin”
Her wiha Jina Ciwan a bi navê Ronahî Tok jî wiha hestên xwe yê li ser Hunerê anî ser ziman û got; “Em jî piranî di hunera destan a wene de Jinê didin peş, ji ber ku a ku civakê ava kiriye jin e, ku zanist û xweşikbuyînê pêş xistiye jin e.
Ez jî wek Jinek Ciwan erkê min ew e ku ez dîroka xwe bi aliye kî civakî an jî bi awayekî hûnerî binim ser ziman. Weneyên ku ez çêdikim piranî jinên şoreşa Rojava ne, jinên ku bi aliye çandê ve mijul dibin .Ez heskirina xwe bi çekirina wene ve tînim ser ziman .Piranî ser wene çekirine ez hestên xwe didim îfade kirin.”
NC – NUDA/AVYAN