NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandarê têkoşînê Cizîrê Axîn Mahir Dicle, Derya Karahan 9’ê çileya 1986’an de tê dinê (zarokê yekem ya malbata xwe ye). Ji ber ku malbata wê malbatek welatperwer bû ji biçûktîya xwe ve bi dijmin re rû bi rû ma. Heval Axîn jî dibe şopînerek ser tekoşîna malbata xwe û bi wan re di xebatên gel de cîh digre. Axîna ji ber çalakîyên li ser komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 2004’an de cîh digre bi faşîzma dewleta Tirkîyê ya dagirker re rû bi rû dimîne û li Minara çarnigî de tê binçav kirin. Axîna ku 10 mehan di girtîgehê de dimîne dema ku dertê bêhtir tevlî xebatan dibe. Piştî ku ji zindanê dertê biryara tevlîbûnê jî dide û 8’ê Hezîrana 2005’an tevlî rexên gerîlla dibe.
Berî tevlîbûnê nameya ku ji malbata xwe re dinivîse de wiha dibêje: “Dayê, babo ez êdî li van deran nikarim bimînin. Dema ku zarok li ser axa xwe tên kuştin ez nikarim dest û milê min ser hev bisekinim. Heta ku bi fikra ez ê bêm girtin bijîmdixwazim li ser çiyayên azad ji bo wan zarokan têbikoşin li hember vê dewleta kujer. Dizanim ku hûn ê min fehm bikin û rêzê bigrin hember biryara min.”
Îxanetkarî û tasfîyekarî li ser Axîn bandorek dikin û tekoşînek hember wan jî wê dibe rex gerîllayan. Îlona 2005’an de tevlî perwerdeya hêzên taybet dibe. 2007’an de birîndar dibe û 2010’an de diçe Zagrosê. Axîna ku ji 2015’an heta 2012’an li nav Hêzên Taybet de ma di 2012’an de wek rêveber tê ser xebatên ciwan. Axîna li Cudîyl ye bi destpêkirina tekoşîna Xwerêvebirina Cizîrê derbasî Cizîrê dibe.
Axîn Mahîr Dicle, beybûna neçilmisîya tekoşînê, rewşa herî xweş a jina tekoşer, fermandarê Cizîrê… Dema herêyên wê qala wê dikin ji fedakarîya wê,dilnizmîya wê, ji girêdana wê ya bi jîyanê ve û disozîya ser rêya wê diaxivin. Axîna ku bi têkoşînê ve yekpare bûbû herî xweş dê ev berxwedana wê ya niwaze be. Axîn di 59 rojîya xwerêvebirina Cizîrê dê tevlî nav stêrên dî bibe, dê bibe rêya hêvî û stêrkan. Dê bibe Firada diherike û Dîcle ji Rêber Apo re. Axîn dibe jina serhêldêr, li hember zaliman şer bike û bibe jina ciwana berxwedêra gelê xwe. Dê bibe navê pevçûnê “Axîn Mahir Dicle”
NC – Faraşîn Sîdar