NAVENDA NÛÇEYAN – Efrîn ji 18’ê Adar 2018’an ve ye serdemên herî reş ên dîroka xwe dijî. Ji aliyê dewleta dagirker a Tirk ve êrîş li hemberî gel tên kirin. Gel pêşiya şoreşê û di pêvajoya şoreşê de jî bûye pêşengê vê şoreşê. Ji ber vê yê ku li hember dagirkeriya Tirkan berxwe dide û şer dike jî dîsa gel e. Armanc dîtina dewleta Tirk ya dagirker ji ber ku diyar e, ew jî bi berdewamî êrîşên xwe li hember gel didomînin.
Hemberî vê li gor agahiyên herî dawî ji Efrînê hatine bidest xistin, çalakiyên rojane yên Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê didomin. Di nav çeteyên dewleta Tirkî ya dagirker de jî ji ber wan çalakiyan pevçûn dertên. Çeteyên ku li hember Hêzên Rizgariya Efrînê xwe li pê nagrin hat diyarkirin ku di nav hev de dest pevçûnan dikin.
Dewleta Tirkî bi rêya El-Şamê dixwaze ku êrîşên xwe yên ser Îdlîb û Efrînê bi bandortir/pirtir bike?
Di nav avahiyên dawîn de tê diyarkirin ku ji ber rewşa pevçûnê ya nav wan de dewleta dagirker meyla xwe daye ser teşkîlata xwe ya din Tehrîr El Şam û dixwaze wan li Efrînê bi cîh bike.
Baş e, lê kî ye ev Heyet Tehrîr El Şam?
Destgiriyê herî mezin yê vê komeleya ku wek reheke El Nusra ya Suriyê tê zanîn Erdogan yanî dewleta dagirkera Tirkî ye. Ev çeteyên ku bi alîkariya dewleta Tirkî hemû çeteyên din tesfiye kir Îdlîbê bi dest xist. Çavdêrên leşkerî yên artêşa Tirkiyê li vir danîne û li wir pageriyê dikin. Halê hazir de şirîkiya dewleta Tirkî û vê rêxistina çeteyî berçav tê ditîn.
Armanca nû ya şirîkiya çeteyên Erdogan ên li Îdlîbê û Tehrîr El Şam dibe ku Efrîn be? Dewleta Tirkiyê li hember Hêzên Rizgariya Efrînê neçar maye. Li hember vê yekê domandîna şirîkiya navbera çeteyên xwe û Tehrîr El Şam tîne ziman.
Hêzên Rizgariya Efrînê Jûra Çalakiya Xezeba Zeytûnê de li Efrînê bajarên ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê ve hatibûn bindest xistin de 15 rojên dawî çalakiyên ku kirine 15 çete hatine kuştin û 25 çete jî hatine birîndarkirin.
Çalakiyên dawî yên Hêzên Rizgariya Efrînê rave kirine ev in:
*Çalakiyek li hember wargeha artêşa Tirk ya dagirker 1’ê Nîsan, 31’ê Adarê de li gundê Meryemîn a bi qezaya Şera ya Efrînê ve girêdayî de hat kirin. Di encama çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar in.
*1’ê Nîsanê de li devera Mare yê li derdora gundê Tuwêsê ber bi erebeyek leşkerî ya aîdê gruba terorîst ya Cebhet El-Şamiyê ye hat lidar xistin. Çalakî yê de leşkerek hatiye kuştin û 2 leşker jî hatine birîndar kirin.
*1’ê Nîsanê delş li derdora gundê Kefer Xarisa girêdayî Ezazê ye di kombûna komek terorîstên girêdayî El-Cebhet El-Şamiyê ne de ji aliyê şervanên me ve çalakiyek sabotajî hatiye kirin. Çalakî yê de terorîstek hatiye kuştin û 2 terorîst hatine birîndar kirin.
*2’ê Nîsanê de qezaya Çareyê ya li bakurê Helebê dimîne de makîneyek karî ya ku di karên tûnel û sîperên koma terorîst ya El-Cebhet El-Şamiyê de cîh digre wek hedef hatiye girtin. Çalakî yê de terorîstek bi navê Mihemed Reşîd hatiye kuştin û terorîstek jî hatiye birîndarkirin.
*3’ê Nîsanê de gundê Kelben yê girêdayê Ezazê ye de ber bi wargeya aidê grubek terorîst ya bi navê lîwa 55’ê ve çalakiyek hatiye kirin. Di çalakiyê de 2 heb giran 3 terorîst hatine birîndar kirin.
*6’ê Nîsanê de makîneyên kar ên ku aîdê komên terorîstên bin banê dewleta dagirkera Tirkiyê de ne ne li gundê Cilbirê yê girêdayî qeza Şêrawa ya Efrînê ye û mal û dibistanên gundiyan bi wan tên hilweşîn ji aliyê şervanên me ve hatiye hedef girtin. Makîne hatine bêkênc xistin û terorîstê li ser jî hatiye kuştin.
Di heman qadê de ber bi wargeheka ku destê koma terorîst ya bi navê Firqet El Sultan Murad de ye ve ji aliyê şervanên me ve çalakî hatiye kirin. Di çalakiyê de 3 terorîst hatine kuştin 7 terorîst hatine birîndarkirin.
*7’ê Nîsan 2019’an de hêzên me kolana Maratayê ya navenda Efrînê ye de çalakiyek sabotajî ber bi Ehrar El-Şerqiye yê ve kirine. Çalakî yê de 4 çete hatine kuştin, 5 çete jî hatine birîndar kirin.
*10’ê Nîsan 2019’an de wargehek aîdê çeteyên nêzî terqarêya Newrozê ya bajarê Efrînê hatine hedef girtin. Çalakî yê de 2 çete hatine kuştin û çeteyên jî hatiye birîndar xistin.