KOBANÊ – Bi zêdebûna asta gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, li herêmên li ser sînorê di navber Sûriyê û Bakurê Kurdistanê de artêşa Tirk a dagirker nuqteyên xwe yên leşkerî bi hêz dike û tevgera xwe zêde kiriye.
Ajansa ANHA dîmenên ji gundên Goktepe û Aşmaya Jorîn ên ku dikevin aliyê Tirkiyê nêzî gundên Siftek, Kor Elî û Aşma yên rojavayê Kobanê, bi dest xistin. Di dîmenan de xuya dibe ku artêşa Tirk a dagirker malên sivîlan vediguherîne baregehên leşkerî. Her wiha li dora wan baregehan xendekan dikole.
Di sala 2018’an de artêşa Tirk a dagirker bi dehan gundên nêzî sînor ji aliyê Sûriyê ve bi taybet rojavayê bajarê Kobanê topbaran kirin, di encamê de hejmareke sivîlan jiyana xwe ji dest da.