STENBOL – Polîsên Tirk, di dorhêla operasyonên qirkirina siyasî de li navçeya Maltepe ya Stenbolê avêt ser malên HDP’yiyan. Di serdegirtinên malan ku saet 01.00 ê şevê pêk hatî de endamên HDP’ê Vedat Çelîk û Faysal Komurcu hatin destgîrkirn.
Hate ragihandin ku Çelîk û Komurcu birine navenda polîsan a Stenbolê.