NAVENDA NÛÇEYAN – Li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 148 roj in greva birçîbûnê berdewam dike. Herwiha çalakiya Endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nisir Yagiz jî tevî ku rewşa tendirustiya wî girane bi heman amcancê di roja 148’an de berdewam dike. Greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger îro ji aliyê koma 74’emîn ve hate dewir girtin.
Di dema dewirgirtina koma nû de li ser navê koma nû Ebdulkerîm Azadî axivî û got; “Hemû cîhan û bi taybet rêxistinên mafên mirovan li hemberî çalakiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan xwe bêdeng kirine. Pêwîste hemû gelê Kurd û cîhan ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan dengê xwe bilind bikin û li seranserî cîhanê beşdarî çalakiyan bibin.
Ebdulkerîm Azadî wiha domand; “Ji bo ku ti çalakgerek din şehîd nebe, pêwîste zext li Tirkiyeyê were kirin, ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan rake û aramiyê ji bo gelê Kurd berfireh bike.”