AMED – Malbata Recep Hantaş, ku li Sumerpark a li taxa Şehîtlîk a navçeya Yenîşehîrê ya Amedê ji aliyê polîsan ve hate kuştin, serî li Şaxê Komeleya Mafên Mirovan ê Amedê da û daxwaza alîkariya hiqûqî kir.
Malbatê piştî serlêdanê bi parêzerên xwe re li Serdozgeriya Komarê ya Amedê giliyê polîsên gumanbar kir.
Kekê Hantaş Efe Hantaş diyar kir ku wê bûyerê bişopînin.